Barış ve Demokrasi Partisi

Sala 2013 Bila Bibe Sala Aşitî û Azadîyê

Posted on: 31/12/2012

kışanak & demirtaşMixabin sala derbaz bûyî 2012 hem ji bo welatê me hem jî ji bo herêmên nêzîk di alîyê aşitî, aramî, demokrasî, azadî û danustandinên li navbera gelan de ne bû salek baş û pêşveçûnên erênî çênebûn.

Li Rojhilata Navîn, li welatê me û li ber kêleka me li Surîyê ji ber şer û pevçûnan kuştîn û mirinê berdewam kir, sala 2012 bûye salek êşan, hêsîrên çavan, malwêranî, xîzanî, bircîtî, nedadmendî, newekhevî û bêşadîyê.

Ev sala li paş me mayî di alîyê demokrasî û azadîyê de bûye salek zordarîyê û çewsandinê. Li dijî dengên dijber tepisandin, li dijî daxwazên gelan û daxwazên mafdaran qedexekirin û asteng kirin hate şixulandin.

Sala 2012 ji ber politîkayên xeter ên hukûmatê ne pirsgirêka Kurd ne jî pirsgirêka herî mezin a dadmendîya civakî, maf û azadîyê mixabin ne bûye salek çareserîyê û zêdetir di alîye çareserîyên civakî de bûye salek wendayî.

Lê belê ew tekoşîna bi awayekê fedakarî û biryardayî ji bo aşitî, azadî û keda mirovan hatî meşandin gellek pirsgirêk anîne asteke dîrokî a çareserîye û girînge vê tekoşînê em ji bo gelan wek serfirazî û serkeftinek mezin bibînin.

Em dikevine saleke nû û di vê sala nû de bendewarî û hêvîyên ji bo cîhanek bextewar, bi dadmend û aşitîxwaz, daxwazên azadî û xebatên çaraserîyê wê rabin astek herî bilind. Sala nû destpêkek nû ye; ji bo kû rûpelek nû û sipî vebe sala 2013 fersendên girîng dide pêşîya me.

Li ser vê lênêrînê;

Li welatê me û li rojhilata navîn di demekê nêz de pevçûn û şer bên rawestandin, karesatî û wendayîyên biêş a li ser gelan wek qederekê hatî nîşandan bi dawî bibe, di demekê nêz de êdî li ser vê axê aştitîyek hêşîn bibe, ji bo çareserîya pirsgirêka Kurd bi awayek demokratik pêvajoyên danûstandin û lihevrûniştinê pêk werin, çanda azadîyê li hemû war û qadên jîyanê belav bibe, yekgirtîyên demokrasîyê bên bilind kirin, zagonek li ser xeteke pirane-wekhevî bûye miraza gelan û ev zagona bingehî girînge bê çêkirin, qedexekirin û kiryarên li dijî demokrasîyê bi dawî bin, girînge merov seba ramanên xwe nekevin girtîgeha û zordestîyê ne bînin, ew parlementerên kû li ser îrada gelan hatî hilbijartin û bi hezaran siyasetmedar, rojnamevan bên berdan, li hemû qadên jîyanê wekhevî û dadmendî pêk were, li navbera ol, çand û nasnamayên ji hev cûda rêzgirtin û xweşdîtin bêtir bi hêz bikeve. Ev hemû daxwaz girînge bibin armancên bingehî ên sala 2013.

Em li ser vê hevî û coşê bi hesreta welatek û cîhanek li ser evîn, aşitî û wekhevîyê ava buyî sersala gelên xwe pîroz dikin û salên aşitî û bextewarîyê ji dil dixwazin.
Selahattin DEMİRTAŞ                Gültan KIŞANAK
Hevserokê Giştî ê BDP                Hevseroka Giştî a BDP

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Google+ fotoğrafı

Google+ hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Log Out / Değiştir )

Connecting to %s

%d blogcu bunu beğendi: