Barış ve Demokrasi Partisi

Ewê Bibe Guneha Me Hemûyan

Posted on: 29/10/2012

Serokê Şara deriya Amedê birêz Osman Baydemir ji bo çareserî û bangewaziya rewşa girtiyên di grewa birçîbûnê de nivîskar Yaşar Kemal ziyaret kir. Di hevdîtinê da nivîskar Yaşar Kemal ji bo çareseriyek lezgîn bang li hikûmet, mixalefet û raya giştî kir.

Yaşar Kemal, di roja yêkemîn ya eydê da wisa bang li gelên Tirkiyê kir: Temaşe kirina mirinê kêr mirovatiyê nayê.

13 sal berî niha di çalakiya girtiyên Bayrampaşa û Umraniyê ya mirina birçîbunê de Yaşar Kemal; ku çalakî bi dawî bibin bi dewletê re axiwî bû û hinek nîqaş kiribûn. Niha jî ji bo ku çalakiya girtiyên PKKyî ya grewa birçîbunê bi dawî bibe dest bi xebatê dike.

Di roja 45. ya grewa birçîbunê de Serokê Şaredariya Amedê Osman Baydemir; bi rewşenbîr, hunermend û rêxistinên civaka sîvîl re hevdîtin çêkir û herwiha Yaşar Kemal jî di mala wî de ziyaret kir. Yaşar Kemal piştî hevdîtina ku saetekê dom kir daxuyaniyek nîvîskî da û got; temaşekirina mirina yekê, êş û jana herî mezin ya dinyayê ye.

“Ewê bibe guneha me hemûyan”
Nivîskarê nav û deng daxuyaniya xwe da diyar kir û got: “Ev bi kêrî mirovatiyê nayê. Ew tiştên ku îro insan canê xwe bo didin, di demokrasiyan de di nav mafên mirovande hene. Hêj çareseriya wê pêkan e; lê ger ku mirin neyên rawestandin ev guneha hukûmetê, mixalefetê û ya me hemûyan e. Aşitî li wî welatî daxwaz û mafê hemû kesan e. Qebul nekirina astengên li pêşiya aşitiyê û pêşî vekirina aşitiyê divê karê me hemûyan be. Ez ji ên tevgerên wisa ji dil dikin re minetdarim. Osman Baydemir îro hate ziyareta min û me ev ramanên xwe parve kirin.”

Baydemir behsa hevdîtinê kir
Piştî hevdîtinê Osman Baydemîr wisa axivî: “Yaşar Kemal, çi Kurd çi Tirk, wijdana hemû ziman û çandên li ser vê erdnîgariyê ye. Em bi wî re şêwirîn û me derdên xwe ji hevdu re gotin. Ez dizanim ku ewê ji niha pê de di nav tevgerek xurt bibe.”

Ji rewşenbîr û hûnermendan re bangewazî
Osman Baydemir wiha dewam kir: “Ji bo ku ên di grewa birçîbûne de tu kes jiyana xwe wenda neke û daxwaziyên wan bên qebul kirin, û guftûgo bên kirin; divê her kes bixebite. Di daxuyaniya Yaşar Kemal ya nivîski de ji ev heye.”

Baydemir got: “Tirsa min eve ku mirovek di grewa birçîbunê de jiyana xwe ji dest bide; ew tê vê wateyê ku gelên Tirkiyê jî wê pêşeroja xwe wenda bikin. Ewê bibe mirina daxwaziya jiyana bi hevre jî. Ger bedenên girtiyên di grewa birçîbûnê de seqetiyekê bibînin; daxwaza jiyana bi hevre jî wê seqetiyek wisa bibîne. Di vê maneyê da, daxwaziyên mirovên ku canê xwe danane ber mirinê; wê pêşeroja 73 milyon insanan jî diyar bike. Qebul kirina daxwaziyên wan, destpêkirina guftûgoyan; tê wateya hûşbûna çekan jî. Daxwaziya min ev e ku ew hereketa wijdanî wê bê dîtin û wê bi aqil û wijdanê bê bersiv dan.”

“Emê biçin deriyê her kesê”
Osman Baydemir diyar kir ku ewê bêyi nihêrtina fikr û baweriya mirov û saziyan; biçin ber derê herkesê û got: “Hewce nake em deriyan jî bidin; ev bangewaziyek e. Ez dixwazim bigihîjim hemu kesên ku were bîra we. Her kesek dikare di ciyê xwe de tiştekê bike. Ev xebate, xebatên daxwaza jiyana bi hevre ne.”

Reklamlar

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Google+ fotoğrafı

Google+ hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Connecting to %s

%d blogcu bunu beğendi: