Barış ve Demokrasi Partisi

Daxuyannameyê Bloka Demokrasiyê guherînên radîkal pêşniyar dike- (3)

Posted on: 18/05/2011

Bi polîtîkayên ekolojîk û Konseyên Bajaran ên Demokratîk ve di jiyana bajarî de îştîrakîbûn

Di daxuyannameya hilbijartinê ya Bloka Ked Azadî û Demokrasiyê de ji bo beşa ekolojiyê hemû razemenî û sanayîbûnê de beriya berjewendiyên aborî tê gotin ku polîtîkayên ku hawirdorê û xwezayê diparêze dê bê esasgirtin. Ji bo plansaziya bajar de jî tê gotin ku dê bi Konseyên Bajaran ên Demokratîk ve li dijî staratejiyên sermayeyê yên bajaran kedkar û bindestan bînê cem hev.

Bloka Ked Azadî û Demokrasiyê di daxuyannameya xwe ya hilbijartina 12′ê hezîranê ji bo Qada Ekolojî û Bajaran prajeyên girîng tên pêşniyarkirin. Blok di wanê sanayîbûn û razameniyê de ewil dê hawirdor û xwazeyê biparêze û polîtîkayên ku xweza û hawirdorê dipazê dê bimeşîne. Bolk dê destûrê nede ku daristan bên talantirin, weke qada înşeatê bê bikaranîn an jî dê destûrê nede şexsî bibe. Çem, rûbar, gol, çavkaniyên avê yên bin erdê dê bi bermahiyên sanayiyê ve neyên qirêjkirin. Mîrateyên çandî yên wekî Munzur, Heskîf û Allionaiyê û xweşîkbûnên xwezayî yên Deryaya Reş dê nekin qurbanê HES’an û xebatên ku li van deran hatine destpêkirin dê bên sekinandin. Dîsa lêgerîna zêran a bi siyanuran dê bê sekinandin.

Dê plana stratejiya enerjiyê ya navendî bê amadekirin’

Di daxuyannameya hilbijartinê de di beşa ekolojiyê de wiha tê gotin: “Dê Konseya Enerjiyê ya Navendî bi tevlibûna saziyên cemaweriyê û saziyên sivîl ên civakî, rêveberiyên herêmî û xwecihî, rêxistinên demokratîk ên civakî û komeleyan bê avakirin. ‘Qanûna Hilberîna Enerjiyê û Çavkaniyên Enerjiyê yên tên Nûkirin’ careke din bê destgirtin û ji nûve bê amadekirin. santralên nukleerê ku di hilberîna madeyên radyoaktîf de tên bikaranîn ji ber ku zirarê dide mirov û xwezayê û her tim rîskek e dê bên girtin, peymanên ku hatine çêkirin jî dê bên betalkirin. Li şûna enerjiya nukleerê çavkaniyên enerjiyê yên ku zirarê nadin hawirdor û xwezayê û rikarin bên nûkirin ji aliyê Konseya Enerjiyê ya Navendê bê amadekirin û ev konsey dê Plana Stratejiya Enerjiyê ya Navendî amade bike. Bi vî rengî dê polîtîkaya ku ji bo berjewandiyên civakê û ekolojiyê bê esasgirtin. Di vê qadê de şexsîkirin bê sekinandin. Hilberîn û belavkirina enerjiyê dê bi navendî bê kirin.”

‘Dê avakirina eko-bajaran bê teşwîqkirin’

Bloka Ked Azadî û Demokrasiyê di jayana bajar de jî îştîrakîbûnê esas digire û plansaziya bajaran a ku zirarê nade xwezayê û jiyana civakî diparêze esas digire. di vê mijarê de jî wiha tê gotin: “Astengiyên fîzîkî û psîkolojîn ên ku nahêlin astengdar tevli jiyana bajar bibin dê bên rakirin û tedbîr bên girtin. Hemû jin, zarok û zilam ên ku li bajar dijîn dê tevli pevajoyên biryargirtinê yên bajar bibin. Mekanîzmayên rêveberiyê yên bajar (Konseyên Bajaran ên Demokratîk) li dijî stratejiyên ku bajaran dike qada sermeyeyê dê kedkar û bindestên ku li dijî vê yekê têdikoşin bînin ba hev. Projeyên vegurtina bajaran kedkaran sirgunî derveyî bajaran dike. Bi vî rengî dewlemendiya çandan û piştgiriya civakî qels dike. Dê li dijî feresata kapîtalîst a ku axa bajaran dike qada rant û sermeyayê têbikoşe. Dê eko-bajar bên teşwîqkirin û piştgiriyê bidin projeyên rêveberiyên herêmî. Li bajar, gund û taxan rêgezên demokrasiyê bixin jiyanê.”

Reklamlar

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Google+ fotoğrafı

Google+ hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Connecting to %s

%d blogcu bunu beğendi: