Barış ve Demokrasi Partisi

Daxuyannameyê Bloka Demokrasiyê guherînên radîkal pêşniyar dike- (2)

Posted on: 17/05/2011

Li dijî tekelbûnê, aboriya îştîrakî û ji bo her kesî xizmeta wekhev perwerdehî û tenduristiya bêpereDaxuyannameya Hilbijartinê ya Bloka Ked Azadî û Demokrasiyê di qada aborî, perwerdehî û tenduristiyê de ne sermayeyê feraseta dewleta civakî ya alîgirê gel derdikeve pêş. Di daxuyannameyê de li dijî tekelbûnê aboriya îştîrakî ya civakî tê pejirandin û pêşniyarên weke “jiholêrakirina newekheviya di navbera herêman, bidawîkirina sîstema bacê ya bêdadî, piştgiriya razemeniyên bi riya kooperatîfan, perwerdehiya bêpere, ji bo her kesî ewlehiya civakî, dewrkirina xizmetên tenduristiyê ji bo rêveberiyên herêmî û pêşxistina çandinî û sewalkariyê” balê dikêşe.

Daxuyannameya Blokê ya Hilbijartinên 12′ê Hezîranê weke qadên din di qada aborî, perwerdehî û tenduristiyê de jî guhertinên weke şoreşê tê hedefkirin. Di daxuyannameyê de projeyên ku dibin bersiva rexneyên hin derûdorên ku dibêjin “ji bilî pirsgirêka kurd projeyên wan nîn e” “di qada aboriyê de projeyên wan nîn e” hene. Projeyên di vî warî de weke “di parvekirina dahatuyan de adilbûn”, “li dijî xizaniyê ne sedeqe; weke mirov jiyan û ewlekariya civakî”, “li dijî betaliyê xebata mirovane”, “ji bo her kesî mafê perwerdehî, tenduristî û ewlehiya civakî” derdikevin pêş.

Di rola dewletê de guhertin

Di daxuyannameyê de ji bo qada aboriyê wiha tê gotin: “Ev pêvajo, di rastiya xwe de ji razemeniyên reel zêdetir xwe dispêre çawaniyên spekulatîf, teşebusa cureyên weke rantiyeyê xwedî dike û rê li ber serweriya îdeolojiya ku ekonomiyê weke qumarxaneya kapîtalîzmê dibîne vedike. Şexsîkirin, xebata bêsîgorte û bê ewlehî, bêsendîka hiştin, taşeronkirin, desteserkirina mafên karkeran û pêkanînên 4/C’ê her diçe zêde dibe.Qanûna Torbe ya ku AKP’ê amade kir û CHP’ê jî li dijî vê wekê muxalefet pêş nexist li dijî karker û kedkedaran e. Şexsîkirina perwerdehî, tenduristî û ewlehiya civakî bandoreke neyînî li ser kedkarên cemaweriyê dike. Îro li Tirkiyeyê pêwîstiya mamosteyan ji hejmara ku di warê fermî de tê nîşandan de zêdetir e. Ev kêmasiya mamosteyan bi mamosteyên wekîl û bêewlehî tê telafîkirin. 327 hezar namzetên mamosteyan hene û bêkar in. Di sala 2000′an heta niha ji fakulteyên perwerdehiyê 44 hezar mamoste mezûn bûn lê hejmara mamosteyên ku serî li KPSS’ê dane 244 hezar in.

Li dijî tekelbûnê aboriya îştirakî ya civakî

Blok li dijî tekelbûnê, aboriya îştirakî ya civakî esas digire û di daxuyannameyê de aşkera dike ku ev polîtîkayên aboriyê komeke dewlemend dike û civakê tune dihesibîne, sanayiya bêkontrol ekolojiyê xira dike, kedkaran derveyî mekanîzmayên biryarê dihêle û mijokdariyê pêş dixe. Di daxuyannameyê de tê gotin ku “tifaqa me, di aboriyê de adilbûn, demokratîkbûn û bi nêzîkatiyeke ekolojîk pêşketinê esas digire.”

‘Di sîstema bacê de feraseteke nû’

Blok di daxuyannameyê de diyar dike ku sîstema bacê adil nîn e û hedef dike ku vê sîstema neadilane ji holê rake. Ji bo vê wiha tê gotin: “Ji bo amadekirina butçeyê hemû hatin û çûyîn dê ji bo kontrola gel re vekirî be. Razemeniyên ku îstîhdamê diafirîne de bê kirin. Ji bo çêkan û parastinê kêm pere bê dayîn û bêhtir ji bo perwerdehî, tenduristî û ewlehiya civakî pere bê veqetandin. Sermayedar dê qasî ku mafê wan in dê bacê bidin. Barê bacê dê ji pişta xebatkaran bê girtin û bi adîlane bê belavkirin. Di qada xwarinên bingehîn, tenduristî û perwerdehiyê de bac dê bê rakirin. Mehaneya asgarî dê li derveyê bacê bê hiştin û hemû qezencên din bi bacê ve bên girîdan.”

‘Betalî ne qeder e dikare bê çareserkirin’

Di daxuyanameyê de ji bo betaliya ku li Tirkiyeyê di astake jor de ye jî pêşniyar cih digirin û bi taybetî balêdikêşe li ser betaliya ku di 30 salên dawî de derketiye holê. Tê gotin ku bi hezaran gund hatine valakirin û bi milyonan kes ji axa xwe hatine derxistin û bi aweyeke zanebûn sektora sewalkarî û çandiniyê ya ku ev mirov debara xwe dikirin têk birine. Ji bo vê yekê jî bi daxuyannameyê de “Avakirina Rêveberiya Herêmên Xwser” tê hedefkirin.

Bi riya kooperatîfan îstîhdama nû

Bi riya rêveberiyên herêmî ve berhemên şîr û goşt, mêşvanî, sewalkarî, genim, findiq, çay, tirî û zeytunê projeyên taybet tê hedefkirin û tê gotin ku ew pêşxistina çandiniyê di rêza yekemîn de digirin dest. Ji kesên ku dixebitin jî şert û mercên ewlekariyê tê hedeftirin. Bi kotayên zêde tê hedefkirin ku pêşiya îthalatê bê girtin û hilberîna herêmî dê bê teşwîqkirin.

‘Xizaniya xebatkaran dê bi dawî bibe’

Di daxuyanameyê de der barê têkoşîna li hemberî xizaniyê de jî wiha tê gotin: “Ucretên askarî û meaşên tekawîtbûyan di ser enfilasyonê de dê bên diyarkirin. Dema xebatê wekî di hefteyê de 35 saet dê bê diyarkirin. Em dê Zagona Kar, Zagona Sendîqeyan û Peymana Tamarî, Zagona Grev û Lokavtê biguherînin.”

‘Dê perwerdehî bê pere bê dayîn’

Projeyên têkildarî perwerdehiyê jî di daxuyanameyê de wiha cih girt: “Xebatên perwerdehiyê dê girêdayê meclîsên xweser yên heremê ve bên meşandin. Dê perwerdehî bê pere û li ser esasa zimanê zikmakî bê dayîn. Hejmara nifusa polan dê bê daxistin. Mercên mamosteyan dê bê başkirin. Tenê danekê dê dibistan hebe. Hem kesên bi peymanê li zanîngehan dixebitin dê kadroyan bigirin. Em dê mamostetiya peyamê ji holê rakin.”

‘Ewlehiya civakî ya bê pere’

Di daxuyanameyê de hate destnîşan kirin ku ji bo lêçûyînên civakê dê zêdetirê bûtçe bê veqetandin û wiha hate domandin: “Em dê piştgiryê bidin malbatên xizan. Tifaka me dê ji bo zarokên ku li kolanan dijîn û dibin armanca her cure xerabiyan, navêndên perwerdehî, civakî û tenduristiyê dê veke. Her wiha dê ji bo kesên li ber minetê ne jî navêndan vekin û ev kes dê li vê derê bên hewandin.”

‘Tenduristî dê bi destê meclîsa heremê bê kirin’

Di daxuyanameyê de hate gotin ku xizmetên tenduristiyê wê dewrê rêveberiyên heremî bê kirin û wiha hate rêzkirin: “Tifaqa me dê li ser esasê xizmeta tunduristiyê ya bi zimanê zikmakî hemû xizmetên tenduristiyê bi rêya meclîsa herî lidar bişe. Her wiha dê karta kes bê rakirin û hemû welatî bê pere dê ji xizmeta tenduristiyê siud bigire. Dîsa Miduriyat Giştî ya Pişgirî û Alikariyê ya Civakê dê ji nûve bê sazkirni û têxin xizmeta ge.”

‘Dê ji çandinî û sewalkariyê re piştgirî bê dayîn’

Di daxuyanameyê de têkildarî çandinî û sewalkariyê de jî ev tişt hatin diyarkirin: “Em dê bêedaletiya li ser axê rakin. Her wiha dê ji çandiniyê û sewalkariyê piştgiriya xûrt bê dayîn. Ji bo îxracat pêş bikeve em dê alîkarî bidin. Em dê avakiran kooperatîfan esas bigirin. Kooperatîf di bin sêvaneya pergala konfederalar de dê bi avayekî xweser xizmet bide.

‘Gundên hatine valakirin li gorî daxwazê dê cardin bên avakirin’

Di daxuyanameyê de hate gotin ku ger bê xwestin dê gundên hatine valakirin jî cardin bê avakirin û wiha hate domandin: “Hemû zirara gundiyan dê bê tazmînkirin. Li gundan dê ji çandinî û sewalkariyê re piştgirî bê dayîn. Her wiha dê hîbe jî ji gundiyan re bê dayîn.”

Reklamlar

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Google+ fotoğrafı

Google+ hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Connecting to %s

%d blogcu bunu beğendi: