Barış ve Demokrasi Partisi

Di daxuyannameyê Bloka Demokrasiyê de guherînên radîkal pêşniyar dike- (1)

Posted on: 13/05/2011

Di daxuyannameyê Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê de projeyên yekemîn ên ji bo “demokratîkbûnê” ne. Di daxuyanameyê de rakirina saziyên “Wesayetê” wekî şert tê dîtin. Her wiha di daxuyannameyê de serenavên wekî “Makeqanûna demokratîk û azadîxwaz”, “Çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk û aştî”, “Komîsyona Lêkolîna Edalet û Haqîqatan”, “Zagona Partiyên siyasî û benda hilbijartinê”, “Rêveberên xweseriya demokratîk”, “Rakirina YOK û MGK’ê”, “Reforma dadê”, “Perwerdehiya zimanê zikmakî” û “Efûya giştî” derdikevin pêş.

Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê daxuyannameyê xwe ya hilbijartina 12′ê hezîranê ji raya giştî re aşkere kir. Daxuyanameya ji 38 rupelan û 8 sernavan pêktê û her wiha hilbijartina 12′ê hezîranê wekî demekî gelek girîng tê dîtin.

‘Ji bo xweseriyê, dê pradigmaya azadiya zayendî, ekolojîk û demokratîk esas bê girtin’

Di daxuyannameyê de hate diyarkirin ku polîtîkayên AKP’ê ji bo demokratîkbûnê û çareseriyê nîn in û ji bo hemû pirsgirêkên civakê bi awayekî demokratîk û tevlîbûna hemû derdoran bên çareserkirin modela herî girîn Xweseriya Demokratîk e. Di daxuyannameyê de wiha hate gotin: “Projeya Xweseriya Demokratîk dê li gorî esasa Paradigmaya Azadiya Zayendî, Ekolojîk û Demokratîk pêk bê û her wiha ev proje di bingeha xwe de projeyekî jinê e. Azadiya jinê azadiya civakê ye. Heke jin tevlî jiyana civakî-abor û siyasî bibe dê rêbertiya demokratîkbûna civakê bike. Bi modela me ya rêxistinbûna xweser û bi xwe potansiyela jinê dê derkev holê û bi piştgiriya jinê dê civakî bêveguherîn.”

‘Hêza îro Tirkiyeyê biguherînîn tenê em in’

Di daxuyannameyê de hate destnîşankirin ku li dijî şer û pevçûnan çareserî, li dijî înkar û îmhayê demokrasî, li dijî metîngerî, betalî û xizaniyê jî derfetên jiyanekî baş hatin nîşandan û wiha hate domandin: “Di pirsgirêka kurd de; înkar, îmha, asîmîlayon û neçareserî didome. Astengiya parastina zimanê zikmakî û perwerdehiya zimanê zikmakî didome. Li dijî jinan hemû cudarkarî û şîdet didome. Ciwan ji ber azmûnên YGS, LGS û KPSS li dersxaneyan maxdur dibin. Betalî zêdeye, deng gelek in, xizanî û her wiha gelek pirsgirêkên din didomin. Mafên ewlehiyên civakî, tendûrîstî perwerdehiyê tên gaspkirin. Mafên kedkaran û karkeran tên gaspkirin. Mafên sendîkayan tên astengkirin û her wiha di bin zextan da ne. Partiyên siyasî tên girtin. Parêzvanên mafên mirovan, kesên hatin hilbijartin, siyasetmedarên muxalîf tên girtin. Çapemeniya muxalîf tê bêdengkirin. Hêza Tirkiyeyê biguherin tenê em in.”

Projeyên çareseriyê û demokratîkbûn

Piştî beşa yekemîn, projeyên çareseriyê bi awayekî berfireh hatin vegotin. Ji bo demokratîkbûna Tiriyeyê proje wiha tên rêzkirin : “Makezagonekî demokratîk û azadîxwaz”, “Çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk û aştî”, “Komîsyona Lêkolîna Edalet û Haqîqatan”, “Zagona Partiyên siyasî û benda hilbijartinê”, “Rêveberên xweseriya demokratîk”, “Rakirina YOK û MGK’ê”, “Reforma dadê”, “Perwerdehiya zimanê zikmakî” û “Efuya giştî”, “Astengiyên pêşiya rêxistinbûna û ramana azad bên rakirin”, “Serokatiya karên diyanetê bê rakirin”, “Cemevlerî wekî îbadetxane bên dîtin.”, “Destnedayîna wekîlan bê rakirin” û “Mafê hemû hemwelatiyan ên nîjadî û olê bên dayîn.”

‘Makeqanûna demokratîk û azadî’

Di daxuyannameyê de avakirina makeqanûna demokratîk wekî projekî bingehîn cih girt û wiha hate gotin: “Em dê bi hev re makeqanûna demokratîk, mafê hemû koman biparêzên, dewletê biçûk bikin û ji xweza û mirovan re bi rumet bikin. Em dê makezagonê bi gel re çêbikin.”

‘Di pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk û aştî’

Di daxuyannameyê de hate destnîşankirin ku divê êdî teqez pirsgirêka kurd bê çareserkirin û daxwaza hemû kesî jî ew e ku bi awayekî demokratîk ev pirsgirêk bê çareserkirin û wiha hate gotin: “Êdî ji bo xwînê bê rawestadin wekî sozek en êdî peywir e. Em êdî destûrê nadin ku di demekî gel ewqas ji bo aştiyê bi hevî be AKP ji bo denga şer bide dest pê kirin. Em dê rûyê AKP’ê yê ji pevçûnan xwe xwedî dike û li aliyê din kesên wekî wan nefikirin alîgirên şer îlan dikin teşhîr bikin. Ji bo aştiyê em dê înîsiyatîfê bigirin. Em dê di zemîna demokratîk de bi proje û pratîka xwe baştiyê pêk bînin. Divê êdî daxwazên gelê kurd bên dîtin û hevdîtinên ev 3 salin lî Îmraliyê didomin vegerin muzakereyê. Em dê hikûmeta AKP’ê bidin zorê ku hesabê bide. Em çareseriyê ji deshilatdariyê na bi biryara xwe û bi hêza xwe pêk bînin û danîn holê.”

‘Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqet û Edeletê’

“Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqet û Edeletê” jî ji bo demokratîkbûyînê di danezana blokê de cih digire. Tê diyar kirin ku bi rêya komîsyonê li hemberî êşên wekî kuştinên kiryar ne diyar, îşkence, qetliyam û hemû êşên civakî, dê hevrû bibe. Têkildarî vê ev tişt tên diyarkirin Buna ilişkin şunlar belirtiliyor: “Qetliyamên Dêrsim, Agirî, Zîlan, Mereş, Çorum û Sêwasê dê ji aliyê komîsyonê ve bên lêkolînkirin û zelalkirin.

‘Zagona Partiyên Siyasî û benda hilbijartinê’

Siyasi partilerde lider sultasına kesinlikle son verileceği, tabanın, seçmenlerin, üyelerin parti yönetiminde etkili olduğu ve kararlara doğrudan katılabildiği düzenlemelerin de yapılacağı belirtilen bildirgede, ” Siyasi partilerdeki kadın ve gençlik yapılanmaları özerk meclisler şeklinde düzenlenecek ve parti politikalarında doğrudan etkili olmaları sağlanacaktır.
Seçim barajı tümden kaldırılacaktır. Cinsiyet kotası ile yönetimde temsil kademelerinde eşitlik sağlanıncaya kadar pozitif ayrımcılık yapılacaktır. Eş başkanlık sistemi yasallaştırılacaktır. Siyasi partilere yapılan hazine yardımı seçime girme yeterliliğine sahip bütün partilere eşit olarak dağıtılacaktır.

‘Rêveberiya Xwerseriya Demokratîk dê bê avakirin’

Di danezanêde der barê Xweseriya Demokratîk te jî wiha tê gotin “Pêşniyara me ya ji bo çareseriya demokratîkbûna rêveberiya îdarî jî Xwerseriya Demokratîk e. Xwerseriya Demokratîk tê wateya rêveberiya xwe bi xwe ya demokratîk. Wekî tê îdiakirin ku perçekirinê ne modele demokratîk a bi hevre bê jiyîn e. Ji bo Xweseriya Demokratîk bikeve jiyanê divê di makezagona nû de ji bo rêveberiya îdarî guherîn pêk bê. Li gorî avaniya arborî-civakî ya Tirkiyeyê dê Tirkiye ji 20-25 herêmên xweser re bê cudakirin. Di navbera rêveberiya navendî û rêveberên herêmê de têkiliyên siyasî û îdarê pêk bên û rêveberên herêmê dê karan hêsan bikin. Ev modela îdarî dê bi hev re têkiliyan zêde bikin û her wiha bi bajarên derdor re têkildiyên aborî, çandî û civakî pêkbînin. Dê meclîsên wekî meclîsên giştî yên bi hilbijartinê tên ser kar hebîn. Xizmetên dadê û ewlehiyê dê ji aliyê rêveberiya navedî û herêmê ve bi hevre pêk bê. Zimanê fermî li gel tirkî hêrêm li gorî hewcehiyên xwe zimanên din dê bi kar bînin. Meclîsên herêman li gorî nifusê dê budçeyê cuda bikin û xizmetê bikin. Herêmên xizan dê ji aliyê rêveberên navendî ve cuda bê dîtin.”

Di her warî de xizmeta demokratîk

Tê gotin ku Meclîsên Heremî di qadên perwerdehî, tendurisütî, çand, spor, xizmetên civakî, çandinî, turizm û gelek qadên din xizmetên demokratîk bide. Her wiha xizmetên daraz û perwerdehiyê jî dê bi hikûmeta navendî ve bê girêdan Her wiha di danezanêde hate gotin ku saziyên YOK û MGK ku berhemên Darbeya 12′ê Îlonê yên dêbên rakirin û ceredwanî jî di çarçoveya esasa civakî de bê rakirin.

Reforma Darazê

Di danezanê de tê diyarkirin ku ji bo daraz baştir bixebite û pirsgirêkên wê bên çareserkirin, reform şarte û wiha hate domand: “HSYK’a dê li gorî darazê ji nûve bê sazkirin. Dê tesîra siyasetê ser bê rakirin. Lijne; dê wekî lijnaya dadger û dozgeran bê cudakirin. Dê dadgehên cezayê giran ên rayeya taybet bên rakirin. Dê hemû girtîgehên tîpa hucre bên girtin. Ji bo ku hemû kes bikare bi zimanê xwe xizmet bibîne dê xebat bê meşandin. Ji bo çarserkirina pirsgirêkên civakî dê ‘Komîsyona Aştî û Edeletê’ bê avakirin.

Perwerdehiya zimanê zikmakî, efû û azadiya baweriyê

Di danezanê de di warê perwerdehiya zimanê zikmakî de jî wiha tê gotin: “Li gel tirki, ji bo kurdî jî bê hînbûn, em di hemû astên perwerdehiyê de dê kurdî bikarbînin. Li gel tirkî ku zimanê fermiye, kurdî jî dê li hemu qadên cemaweriyê bê bikaranîn. Her wiha di danezanê de hate diyar kirin ku ji bo hemû girtiyên siyasî dê efû bê îlankirin. Dîsa hate destnîşan kirinku di warê azadiya baweriyê de jî dê hemû astengî bên rakirin û Cemxanê jî dê wekî cihê îbadetê bê qebûlkirin.”

Reklamlar

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Google+ fotoğrafı

Google+ hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Connecting to %s

%d blogcu bunu beğendi: